Sêwirmendê Asayîsa Nistimanî yê Iraqê: Kampa Holê li ser seqamgîriya Iraqê metirsiyeke rasteqîn e

27 April 2022 10:59 0 dîtin
Sêwirmendê Asayîsa Nistimanî yê Iraqê: Kampa Holê li ser seqamgîriya Iraqê metirsiyeke rasteqîn e

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Iraqê Qasim Eirecî di derbarê Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê axivî û diyar kir, li ser asayîş û seqamgîriya Iraqê çavkaniya metirsiya rasteqîn e.

Qasim Eirecî da zanîn: “DAIŞ metirsiya rasteqîn e li ser asayîşa cîhanê, divê em rûbirûyî wan bibin, bi taybetî Kampa Holê li ser seqamgîriya Iraqê metirsiyeke rasteqîn e.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Eirecî eşkere kir, Iraq hêvî dike, şerê Ukraynayê bi dawî bibe û bandorê li ser Iraqê dirust neke.