Serokwezîr bi Sêwirmendê Asayîsa Iraqê re civiya: Bi hêzbûna Hewlêrê bi hêzbûna Bexdayê ye

30 May 2024 15:48 0 dîtin
Serokwezîr bi Sêwirmendê Asayîsa Iraqê re civiya: Bi hêzbûna Hewlêrê bi hêzbûna Bexdayê ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî re hevdîtinek pêk anî.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Iraqê El-Arecî rewşa ewlehî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya terorê gotûbêj kirine û tekeziyê li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê kirine.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî got: Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û bi hêzbûna Herêma Kurdistanê bi hêzbûna Iraqê ye. Ji ber wê yekê divê pêwendîya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê her hebe."

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji ber pêşwaziya germ û dostane ya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî spasiya xwe pêşkêş kir û tekez kir ku di warê ewlehiyê de, di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de hevahengiyeke baş heye û got: "Em hêvîdar in ku ev hevahengiya baş, di hemû warên din de jî derkeve holê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên aborî, siyasî û ewlehî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî, serkirde û berpirsên partiyên siyasî yên Iraqê û hin rayedarên din ên hikûmeta federal re hevdîtinan pêk bîne, îro çûbû paytexta Iraqê Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tora civakî “X” ragihand, “Îro li Bexdayê me ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê.”