Serokwezîr Barzanî li Behreynê bi Sêwirmendê Asayîsa Nistimanî ya Brîtanya re civiya

19 November 2021 20:08 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî li Behreynê bi Sêwirmendê Asayîsa Nistimanî ya Brîtanya re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Mijdara 2021ê li paytexta Behreynê bajarê Mename ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê Sir Stephen Lovegrove civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkariyê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hate kirin.

Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û çend babetên din ên cihê girîngiya her du aliyan di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdariya korbenda “Diyaloga Mename 2021”  îro 19ê Mijdarê gihîşt Mename ya Behrênê û biryare beşdarî hejmarek civînan bibe û bi berpirsên welatan re çend hevdîtinên girîng pêk bîne.