Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Behreynê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Kanûnê li bajarê Mename yê Behreynê, ligel Wezîrê derve yê Behreynê Ebduletîf Bin Raşik El Reyanî civiya.
Di civînê ku Wezîrê karûbarên şaredariyan û çandiniyê ya Behreynê Waîl Bin Nasir El Mebarek jî amadebû de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Şahnişîniya Behreynê di warên cuda cuda de hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de, girîngiya parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya herêmê û bi taybetî guhertinên li Sûriyê hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin