Serokwezîr Barzanî li Davosê bi Sêwirmendê Asayisa Nistimanî ya Amerîkayê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Koşka Spî Jake Sullivan behsa girîngiya dabînkirina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna 54emîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) roja 15ê Çile gihîşt Davosê.
Serokwezîr Barzanî îro li Davosê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Koşka Spî Sullivan re civiya.
Di hevdîtinê de ku girîngiya dabînkirina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ligel êrîşên ser Hewlêrê hate gotûbêjkirin, Sullivan piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û tekezî li ser wê yekê kir ku wê ligel Serokê Amerîka Joe Biden behsa tedbîrên ji bo parastina aramiya heremê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin