Serokwezîr Barzanî, li Davosê dest bi hevdîtinan kirin

23 May 2022 13:33 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li Davosê dest bi hevdîtinan kirin

PeyamaKurd-Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Korbenda Davosê, dest bi hevdîtinan kir. Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê civiyan û li ser pergala bankavaniya Qeterê axivîn.

Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê, îro li bajarê Davosê dest pê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî Korbenda Davosê bû û îro ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê civiya. Serokwezîr Barzanî, piştî hevdîtina ku hat kirin, ev agahî parve kirin;

“Îro 23yê Gulana 2022an, li bajarê Davosê; me ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê Birêz Şêx Mihemed Bin Hemd Alsanî re civînek li dar xist. Em di derbarê pêşvebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de axivîn.  Em li ser têkiliyên di her warî de û bi taybetî jî di warê bazirganî û pîşesaziyê de axivîn. Her wiha me ji bo sûdwergirtina ji ezmûna Qeterê ya di warê pêşvebirina hilberîn û pergala bankadariyê de nirxandin kirin.”