"Yekemîn Sempozyûma Suryaniyan li Welat" bi besdariya Serokwezîr Barzanî destpê kir

05 September 2024 11:41 0 dîtin
"Yekemîn Sempozyûma Suryaniyan li Welat" bi besdariya Serokwezîr Barzanî destpê kir

PeyamaKurd – Li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî "Yekemîn Sempozyûma Aşûriyan li Welat" tê lidarxistin.

Midûrê Giştî yê Çand û Hunera Suryaniyan Kldo Remzi Oğna derbarê sempozyûmê de wiha got: “Di sempozyûma ku bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat organîzekirin, zêdetirî 40 akademîsyen û lêkolîner ji zêdetirî 25 zanîngehên navdewletî yên navdar li 15 welatan bi taybetî Harvard, Oxford û Cambridge û gelek lêkolîner û zanyarên zanîngehên cuda yên Iraqê beşdar bûn, yekemîn konferansa navneteweyî ye."

Di sempozyûmê de wê çanda Suryaniyan, huner û hunerên dîtbarî, muzîk û stranên Suryanî, şanoya Suryanî, hunerên şanoyê û sînemaya Suryaniyan, lêkolînên li ser jiyana gundê Suryaniyan bên nîqaşkirin.

Di sempozyûmê de, zêdetirî 50 lêkolînên ku ji aliyê komîteya zanistî ve hatine hilbijartin di nav 100 lêkolînên ku ji bo beşdarbûna sempozyûmê hatine şandin, wê bêne gotûbêjkirin.