Êdî bêyî besdariya Kurdistanê Iraq rêkeftinan bi welatên din re nake
PeyamaKurd - Hewlêr û Bexda li ser beşdarîkirina nûnerên Herêma Kurdistanê di şand û konfransên navdewletî de ku Iraqê beşdar dibe, li hev kirin.
Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê doh ragihandibû ku li 24- 08- 2019an Hewlêr û Bexda gihîştine rêkeftinê û Nûnerê Herêma Kurdistanê jî beşdarî konferansên navdewletî û rêkeftinên Iraqê ligel welatên din bibe.
Pisporê navdewletî Barzan Cewher, li ser mijarê ji K24ê re gotiye: ”Ev rêkeftin ji aliyê sîyasî, aborî û peywendîyên navdewletî ve girîng e, bi taybet her rêkeftineke Iraq bike, Herêma Kurdistanê jî dê jê haydar be.”
Cewhar daye zanîn, “Berê Iraqê bêyî Herêma Kurdistanê beşdarî kongreyên navdewletî dibû û rêkeftin dikir. Herêma Kurdistanê haydarê naveroka rêkeftina nedibû. Ev rêketina herdu aliyan bo Herêna Kurdistanê girîng e. Hewlêr ji naveroka wan rêkeftinên Iraqê haydar dibe û beşdar dibe di wajokirina wan de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin