Japonyayê, cara yekemîn tetbîqata hevpar ligel wî welatî kir

12 January 2023 16:00 0 dîtin
Japonyayê, cara yekemîn tetbîqata hevpar ligel wî welatî kir

PeyamaKurd- Ji aliyê qada berevaniyê ya Japonyayê ve hat ragihandin ku Japonya û Hindîstan, xwe ji bo yekemîn tetbîqata asîmanî ya hevpar a ku di navbera herdu welatan de tê lidarxistin, amade dikin. 

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, balafirên şer ên Hêza Asîmanî ya Hindîstanê (IAF,) ji bo tetbîqata asîmanî ya hevpar a ku di serê vê hefteyê de tê lidarxistin, gihîştin Japonyayê.

Di agahiyên ku di Televîzyona Giştî ya Japonya NHKê de hatin ragihandin, 4 balafirên IAF SU-30 ji bo tetbîqatê gihiştin Baregeha Hêza Xweparastinê ya Hewayî ya Japonyayê (ASDF) Hyakuri ya li Ibarakî ya bakurê Tokyoyê.

Fermandarê ASDFê Işimura Takahisa, di merasîmê de axivî û got, "Tevgera yekem a hevpar a navbera Japonya û Hindîstanê xwedî girîngiyeke dîrokî ye."

Li gorî nûçeya çapemeniya neteweyî, Hindîstan piştî Amerîka, Awûstralya, Brîtanya û Almanyayê, bû pêncemîn welatê ku ji bo tetbîqata hevpar a balafirên şer şandin Japonyayê.