Çîn û Rûsya dê tetbîqata hevpar ya leskerî bikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên hewayî û deryayî yên artêşa Rûsya û Çînê, wê li Pasîfîka Rojava li Derya Japonya û Derya Ohotskê tetbîqata leşkerî bikin.
Wezareta bergiriyê ya Çînê daxwuyanî da û got ku armanca tetbîqata bi hevkariya Çîn û Rûsyayê ewe ku koordînasyonê kûr bikin û li hemberê tehdîdan şiyanên berteka hevpar xwurttir bikin.
Tetbîqat, di wextekî ku di navbera Çînê û Japonya de li ser seha hewayê û îhlala sînorê deryayê dibin de, têkirin û ev yeka han balkêşe.
Di dîplomasiya dinayê de tetbîqat weke çavtirsandina an ku tehdîdkirina Japonyayê tê şirovekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin