Çîn, Îran û Rûsya wê tetbîqata hevpar li dar bixin
PeyamaKurd – Çîn, Îran û Rûsya wê tetbîqata deryayî ya hevpar a bi navê ‘Kembera Ewlekariyê 2025’ li dar bixin. Di tetbîqatê de wê hedefên behrê bên lêdan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û teftîşkirinê bên kirin.
Hat destnîşankirin ku Çîn, Îran û Rûsya dê tetbîqatên hevpar ên deryayî li dar bixin.
Hêzên deryayî yên Çîn, Îran û Rûsyayê wê di nîvê vê mehê de tetbîqata hevpar a bi navê ‘Kembera Ewlekariyê 2025’ li dar bixin.
Di tetbîqata ku wê li nêzî bendera Çabeharê ya Îranê bê lidarxistin, wê çalakiyên wek lêdana hedefên deryayî, çavdêrîkirin û binçavkirina demkî, kontrolkirina zirarê û operasyonên hevpar ên lêgerîn û xilaskirinê hebin.
Firokeya Çînî wê bi keştiya wêranker 'Baotou' û keştiya dabînkerê 'Gaoyouhu' beşdarî tetbîqatê bibe ku armanca wê zêdekirina baweriya leşkerî ya hevbeş û xurtkirina hevkariya di navbera hêzên deryayî yên welatên beşdar de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin