Îran û Erebistana Siûdî xwe amadeyi tetbîqata xwe ya ewil a hevpar dikin

24 October 2024 13:59 0 dîtin
Îran û Erebistana Siûdî xwe amadeyi tetbîqata xwe ya ewil a hevpar dikin

PeyamaKurd – Îranê ragihandiye ku ew plan dikin ku yekem tetbîqata leşkerî ya hevbeş bi Erebistana Siûdî re pêk bînin.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Îranê Admiral Şehram Îranî di daxuyaniya xwe ya duh de wiha gotiye:

“Erebîstana Siûdî ji me xwest ku em li Deryaya Sor tetbîqatên hevbeş pêk bînin. Koordînasyon berdewam dike, heyetên her du welatan dê li ser çawaniya tetbîqatê şêwirên pêwîst bikin.”

Serfermandar Îranî derbarê planên tetbîqatê de hûrgiliyên zêdetir par ve nekir, ji Erebistana Siûdî heta niha tu piştrastiyek tune ye.

Her du welatên hevrik sala 2016an têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut kiribûn. Lêbelê, piştî 7 salan, ew sala borî ketin pêvajoya normalîzasyonê, ku  Çînê jê re mazûvanî kiribû.