Wezîrê Derve yê Îranê serdana Erebistana Siûdî dike
PeyamaKurd – Li demeke ku aloziya li Rojhilata Navîn zêde bûye de, hate ragihandin ku Wezîrê Derve yê Îranê serdana Erebistana Siûdî dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî eşkere kir ku wê Wezîrê Karên yê Îranê Ebas Eraqçî, îro serdana Erebistana Siudî bike.
Îsmaîl Beqayî da zanîn ku wê Ebas Eraqçî bi rayedarên Siudiyê re bicive û wiha got: “Îran li ser bihêzkirina pêwendiyên bi welatên herêmê yên ji bo aramiyê, bi israr e. Divê jenosîd û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û Lubnanê rawestin.”
Hêjayî gotinê ye, rayedarên Erebistana Siûdî li hember Îsraîlê bi Îranê re xwedî helwestên cuda ne û Siûdî têkiliya xwe ya bi Îsraîlê re jî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin