Wezîrê Derve yê Îranê pistî Beyrûtê serdana Samê dike

05 October 2024 15:56 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îranê pistî Beyrûtê serdana Samê dike

PeyamaKurd – Piştî Lubnanê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî çû Şama paytexta Sûriyê.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de hat diyarkirin ku Arakçî îro danê sibê bi heyeta pê re çûye Şamê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Abbas Arakçî wê geşedanên herêmî û têkiliyên dualî bi rayedarên Sûriyeyê re biaxive."

Arakçî duh Înê (04.10.2024) wek yekem serdana xwe ya derve çûbû Beyrûtê.

Wezîrê karên derve yê Îranê li Beyrûtê ji rojnamevanan re got, Komara Îslamî ya Îranê çawa ku heta niha piştgirî daye Lubnanê, ji niha û pê de jî wê piştgiriya vî welatî û Hizbullahê bike.