Pistî mirina Ebdullahiyan Îranê Elî Bakirî wek Wezîrê Derve tayîn kir

20 May 2024 13:02 0 dîtin
Pistî mirina Ebdullahiyan Îranê Elî Bakirî wek Wezîrê Derve tayîn kir

PeyamaKurd - Piştî li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan di ketina helîkopterê de canê xwe ji dest da, bi pesendkirina Encumena Wezîran a Îranê, Cîgirê Wezîrê Derve Elî Bakirî wek Wezîrê Derve hat tayînkirin.

Helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku duh li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat qeza kir, di encama qezayê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, Waliyê Azerbaycana Rojhilat Malik Rahmetî, Îmamê Îniyê yê Tebrîzê Ayetullah Seyyid Muhammed Elî El Haşim û hin payebilindên artêşa Îranê û Pasdaran ên helîkopterê de canê xwe ji dest dan.

Tê çaverêkirin ku Cîgirê Yekemîn ê Serokomar Muhemmed Muxbîr jî postê serokomariyê werbigire.