Daxuyaniya petrolê ya Îranê pistî cezayên Amerîkayê
PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Îranê Mohsen Paknejad ragihand ku sepandina cezayên yekalî yên Amerîkayê li ser welatên berhemhênerên petrolê, bazara petrolê bêîstiqrar kiriye.
Li gorî nûçeya ajansa enerjiyê ya Îranê SHANA, Paknejad bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) Heysam El-Ghais ku serdana Tehranê dike re hevdîtin kir.
Paknejad destnîşan kir ku dûrxistina bazara petrolê ji siyasetê ji bo ewlehiya enerjiyê girîng e û wiha got: "Sepandina cezayên yekalî li dijî hilberînerên mezin ên petrolê û zexta li ser OPECê bi awayekî eşkere bazara neft û enerjiyê bêîstîkrar dike û zirarê dide xerîdarên cîhanê."
Trump da zanîn ku ew ê bi fermana îcrayê ya ku doh îmze kiribû, polîtîkaya "zexta herî zêde" ya ku dixwaze îxracata petrola Îranê bigihîne sifirê, ji nû ve bidin destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin