Ji Trump daxuyaniya Îranê û Rojavayê Kurdistanê: Min ji bo petrolê…
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di nirxandina xwe ya bo Îranê û Sûriyê de got ku ew naxwaze êrîşî Îranê bike û li ser Sûriyê jî da xuyakirin ku wî petrol standiye û ji bo parastina petrolê jî leşkerên xwe li wir hiştine.
Trump li ser rageşia Amerîka-Îranê got, “Ez ne kesekî êrîşê bixwazim im. Muhtemel e ku min dikarî 5 – 10 carên din êrîş bikim. Min xwe di vê mijarê de baş girt. Çimkî min nexwest vê bikim, lê dibe em neçarî tiştna bibin. Heta em dikarin bikevin pozisyona danûstandinê jî. Lê belê hêvî dikim pêdivî nabe. Dorpêçên me yên gelekî mezin hene. Performanseke gelekî xirab nîşan didin. Li her derê welatê wan serhildan hene.”
Trump li ser çekên nukleerî jî da zanîn ku ew naxwaze Îran bibe xwedî çekên atomî ku ev ji bo wî gelekî girîng e.
Herwiha li ser hiştina leşkeran piştî biryara vekişînê li Sûriyê jî Trump got, “Min ji sînorê Tirkiye û Sûriyê leşkerên me kişandin. Ev gaveke têra xwe serkeftî bû. Ka li rûdanan binêrin. Li ser vî sînorî hezar sal in şer dikin. Em çima vê bikin? Dibêjin, te leşker li Sûriyê hiştine. Hûn dizanin bê min çi kiriye? Ji bo petrolê bistînim min leşkerên me hiştin. Li wir tenê leşkerên me yên petrolê distînin hene. Min ev petrol bi dest xist. Petrolê distînim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin