Ji Çînê daxuyaniya êrîsên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê

09 October 2023 18:21 0 dîtin
Ji Çînê daxuyaniya êrîsên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de ku hefteyek e bi rêya balafirên şer û dronan dewam dikin, yekem daxuyanî hate dayîn.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê, li ser êrîşên Tirkiyê ragihand ku “Çîn li dijî bikaranîna hêzê ye.”

Li gorî nûçeya Rûdawê Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Mao Ningê li ser mijarê got: "Çîn tim li dijî vê yekê ye ku li qada navdewletî hêz were bikaranîn. Divê hemû alî rêzê li serweriya Sûriyeyê û yekparçeyiya axa wê bigirin.”