Di êrîsên Tirkiyê de zêdetirî 1 milyar dolar ziyan gihîst binesaziya Rojavayê Kurdistanê

22 October 2023 14:03 0 dîtin
Di êrîsên Tirkiyê de zêdetirî 1 milyar dolar ziyan gihîst binesaziya Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li ser êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên vê dawiyê bi ser herêmên wan de ragihand ku ji xeynî ziyanên canî, heta niha bi qasî 1 milyar dolar ziyana madî gihîştiye binesaziyê herêmê.

Rêveberê Zeviyê Petrolê yê Rimêlan Ehmed Îbrahîm îro Yekşemê 22yê Cotmehê da xuyakirin, ji ber êrişên Tirkiyeyê ziyanên mezin gihîştine navendên xizmetguzariyê û ziyanê 1 mîlyar dolar derbas kiriye.

Ehmed Îbrahîm got, wan di demeke kurt de kariye bi rêya alavên di depoyan de, hin saziyên ku ji xizmetê derketibûn çak bikin, hin saziyên din jî di qonaxa çakkirinê de ne û dê bi mehan dom bike.

Hêjayê bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyeyê bin hinceta êrîşa bombeyî ya li Enqereyê, roja 5ê Cotmehê dest bi bombebarankirina Rojavayê Kurdistanê kiribû û bombebarana asmanî û êrîşên bejahî heta 9ê mehê bi tundî dewam kiribûn. Di êrîşan de binesaziya sivîl a herêmê jî hatibû armanckirin û ziyaneke mezin gihîştibû westgehên elektrîka û avê.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Rojava 580 êrîşên asmanî û bejahî ji Dêrikê heta bi herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê hatin kirin û di encamê de tevî zarok û jin û şervanên HSDê 44 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn.