Grûba Alibaba li Tirkiyê ji zêdetirî 1 milyarî dolarî veberhênanê dike

10 January 2023 01:36 0 dîtin
Grûba Alibaba li Tirkiyê ji zêdetirî 1 milyarî dolarî veberhênanê dike

PeyamaKurd – Şîrkteta bi navê Alibaba ku di seranserê dinyayê de e-ticaretê dike, plan dike ku li Tirkiyê di ser 1 mîlyar dolarî de veberhênanê bike. Ragihandin ji aliyê serokê grûba Alibaba Michael Evans de hat kirin. Evans got ku li balafirgeha Îstenbolê baregeha lojîstîk, li Ankara Temelliyê li ser 200 hezar m2 yî data centerê dê ava bikin û weha dewam kir:

“Em hatin da li derfetên veberehênanê binêrin. Em ê veberhênanê ji lojîstîkê re bikin. Planên me hene ku em li balafirgeha Îstenbolê veberhênan ji dil û can bikin. Em ê li planên îxracata ji Tirkiyê ji bo Awrûpa, Rojhilata Navîn û Rojhilata dûr vebêjin. Em ji 1 milyar dolarî zêdetir veberhênanê difikirin.”