Tirkiyê zêdetirî 850 penaberên Sûriyê dersînor kirin
PeyamaKurd – Tirkiyê di 24 saetên dawî de, zêdetirî 850 penaberên Sûriyê dersînor kirin.
Malpera North Pressê diyar kir, desthilata Tirkiyê zêdetirî 850 penaberên Sûrî di deriyê Girê Spî, Bab El-Hewa û Bab El-Selamê re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve kirin.
Zanyarî destnîşan dikin, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.
Wweke tê zanîn, Hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Spî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.
Herwiha hat zanîn, desthilatên Tirkiyê tenê di meha Îlonê de zêdetir ji 16 hezar penaberên Sûrî di deriyên Girê Spî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin