Rojava | Tirkiyê 600 penaberên din ên Sûriyê li Girê Spî bi cih kir

31 July 2024 17:54 0 dîtin
Rojava | Tirkiyê 600 penaberên din ên Sûriyê li Girê Spî bi cih kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ser deriyê sînor ê bajarê Girê Spî yê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, 600 penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê derbas bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmê, 600 kesên ji deriyê sînor derbas bûne radestî ‘Polîsê Leşkerî’ yê Girê Spî hatine kirin û niha di malên koçberan de hatin bicihkirin.

Hatiye diyarkirin ku ji sedî 70yê penaberan di 10 rojên dawî yên meha Tîrmehê de, di dema xwepêşandanên li dijî bûyerên nîjadperestî yên li bajarê Kayseriyê yê li dijî penaberên sûriyeyî û normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê, ji Tirkiyeyê hatine derxistin.

Hêjayî gotinê ye, îro 31ê Tîrmehê jî Parêzgarê Rihayê serdana Girê Spî kiribû û bi fermandarên artêşa Tirk û rayedarên bajêr re civiyabû. 

Li gori amaran heta niha 36 hezar û 400 penaberên Sûriyê li herêmên bin kontrola Tirkiyê hatine bicihkirin ku 72 kes jî iraqî ne.