Tirkiyê hezar û 200 penaberên Sûrî li Girê Spî bi cih kir

01 October 2024 16:28 0 dîtin
Tirkiyê hezar û 200 penaberên Sûrî li Girê Spî bi cih kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Tirkiyê di nav meha Îlonê de, hezar û 200 penaberên din ên Sûrî li bajarê Girî Spî yê Rojavayê Kurdistanê bi cih kir.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, hezar û 200 penaberên sûriyeyî di Îlonê de ji Tirkiyeyê hatine derxistin û bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî derbasî bajêr bûne.

Hate diyarkirin ku ew penaber radestî koma Polîsên Leşkerî hatine kirin da ku wan di malên koçberan de bi cih bikin.

Li gorî zanyariyan, hejmara kesên li bajarê Girê Spî hatine bicihkirin derketiye 39 hezar û 700 kesan ku ji wan 72 kes ji Iraqê ne.