UNHCR: 4 hezar 60 penaberên Sûrî ji Urdinê vegeriyan

28 August 2024 19:03 0 dîtin
UNHCR: 4 hezar 60 penaberên Sûrî ji Urdinê vegeriyan

PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand, di 7 mehên destpêkê yên îsal de 4 hezar û 60 penaberên Sûriyeyê yên ku li Urdunê diman, vegeriyan Sûriyeyê. 

Komîseriyê eşkere kir ku di 7 mehên sala 2024'an de 27 hezar û 91 penaberên Sûriyeyê ji Urdun, Misir, Lubnan û Iraqê vegeriyan Sûriyeyê û di 7 mehên sala 2023yan de 20 hezar û 61 penaber vegeriyane.

Komîseriyê diyar kir ku hejmara penaberên Sûriyeyê yên di 2023yan de ji welatên cuda vegeriyane Sûriyeyê gihîştiye 37 hezar û 552 kesan.

Hate gotin; di 2022yan de jî 50 hezar û 966, di 2021ê de 35 hezar û 624, di 2020an de 38 hezar û 235 û di sala 2019an de 94 hezar û 971 vegeriyan Sûriyeyê.

Li Urdunê, ji destpêka krîza Sûriyeyê zêdetirî milyonek û 3 hezar panberên Sûriyeyê hene, ji wan 625 hezar û 25 penaber li komîseriyê heta 4ê vê Tebaxê tomarkirî ne.

Komîseriyê da xuyakirin, ew di vê demê de piştgiriyê nade vegera penaberan li Sûriyeyê ji ber ku rewşa Sûriyeyê ne guncaw û ewle ye.