Enqere | Di mehekê de zêdetirî 16 hezar penaberên Sûrî hatin vegerandin

30 June 2024 15:23 0 dîtin
Enqere | Di mehekê de zêdetirî 16 hezar penaberên Sûrî hatin vegerandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Tirkiyeyê, di nav meha Hezîranê de, zêdetirî 16 hezar penaberên Sûrî ji dersînor kirin û ew şandin herêmên cuda yên bakurê Sûriyeyê.

Medya Tirkiyeyê ragihandiye, di meha Hezîranê de 16 hezar û 500 penaberên Sûrî di 4 deriyên sînorî re hatine dersînorkirin û ew şandine deverên cuda yên bakurê Sûriyeyê yên di destê çekdarên opozîsyonê de.

Hroseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin ku careke din nikaribin vegerin nav axa Tirkiyeyê.

Hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Li gorî çalakvanên Sûriyê, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe rabin.