SOHR: Li Sûriyê zêdetirî 745 ji wan Elewîyên sivîl zêdetirî hezar kes hatin kustin

09 March 2025 10:29 0 dîtin
SOHR: Li Sûriyê zêdetirî 745 ji wan Elewîyên sivîl zêdetirî hezar kes hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên pevçûnên li parêzgehên berava Sûriyeyê ji roja Pêncşema borî ve gihîştiye zêdetirî hezar kesan.

SOHRê îro 9ê Adarê eşkere kir, hejmara kuştiyên pevçûnên li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê heta êvara Şemiyê gihîştiye 1018 kesan.

SOHRê diyar kir, di nav kuştiyan de 745 kesên sivîl hene ku piraniya wan Elewî ne.

Herwiha 125 endamên hêzên ewlekariya giştî, Wezareta Berevaniyê û hêzên hevpeymanên wê hatine kuştin. Ji aliyê çekdarên paşmayên rejîma berê ve jî 148 kes hatine kuştin.

Rêveberê Giştî yê Ewlehiyê li parêzgeha Laziqiyê Mistefa Kenifetî got, her kesê îsbat bibe ku destê wî di êrîşan de heye, çi ji paşmayên rejîmê, çi diz û yên ku ewlehiyê têk didin bin, dê lêpirsîn li ser wan bê kirin.

Hêjayî gotinê yşe, şer û opevçûn ji roja Pêncşema borî ve li devera beravên Sûriyeyê berdewam dike.