SOHR: Li Sûriyê di mehekê 245 kes hatin kustin ku ji wan 116 sivîl in

02 December 2021 21:32 0 dîtin
SOHR: Li Sûriyê di mehekê 245 kes hatin kustin ku ji wan 116 sivîl in

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, di Mijdara 2021an de, li Sûriyê 245 kes hatine kuştin ku ji wan 116 sivîl in.

Herwiha SOHRê daye zanîn ku di nav kesên hatine kuştin de 23 zarok û 16 jin hene.

SOHRê diyar kiriye, xwînrijandin û şer li Sûriyê berdewam e û agirbest tenê wekî bêhnvedana şervanekî ya di navbera aliyên şer yên li Sûriyê bûye û ji ber wê jî hin alî bi ser ketine û hin alîyan jî serweriya xwe li hin herêman winda kirine.

SOHRê bang li aliyên navdewletî kir ku ji bo rawestandina xwîna gelê Sûriyê bi awayekî cidî û berdewam kar bikin.