SOHR: Tirkiyê di 2020an de zêdetirî 11 hezar û 530 wesayîtên leskerî sandin Sûriyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî ya ji 15 wesayîtan pêk dihat ji ser sînorê Kefer Lûsinê ve şand na xaka Sûriyê ku ber bi başûrê Idlibê ve bi rê ket.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk nêzî 15 wesayîtên leşkerî yên bi alavên leşkerî û lojîstîk barkirî, di dergeha Kefer Lûsin a ser sînorê Lîwa Îskenderun, derbasî xaka Sûriyê kir û ber bi xalên xwe yên li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê ve şandin.
Li gorî amarên SOHRê ji agirbesta Adara sala 2020an ve Tirkiyê nêzî 8 hezar û 30 wesayîtên leşkerî û 10 hezar leşker derbasî Sûriyê kirine.
Herwiha Tirkiyê ji 2yê Sibata 2020an heta niha jî zêdetirî 11 hezar û 530 kamyon û wesayîtên leşkerî yên di wan de tank, wesayîtên veguhestina leşkeran, panzêr û radarên leşkerî şandine nav Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin