Zêdetirî 3 hezar ton kelûpelên ji Tirkiyê çûn Kurdistanê hatin vegerandin
PeyamaKurd – Hat zanîn ku di dema du mehên borî de bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, bi hezaran kelûpelên ji Tirkiyê hatibûn, hatine vegerandin û 131 ton jî hatine jinavbirin.
Berpirsê Pêwendî û Ragihandina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl Kamî Kemal daye xuyakirin ku di dema du mehên borî de 3 hezar û 259 tonên kelûpelên Tirkiyê berî bikevin bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê car din li wî welatî hatine vegerandin û 131 ton kelûpelên din ên Tirkiyê jî hatine jinavbirin.
Hat diyarkirin ku ew kelûpelên di pişkinînan de derneçûne li Tirkiyê têne vegerandin û piraniya wan kelûpelan kelûpelên ciwankarî, saxlemî weke xwarin û vexwarinê bûn.
Berpirsê Pêwendî û Ragihandina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl daye zanîn: “Li taqîgehê pişknîna kîmwayî, biyolojî û fizîkî ji bo kelûpelan dikin. Eger kelûpel ji encama derneçin em wan vedigerînin yan ji nav dibin. Piraniya kelûpelên di mehên Tebax û Îlonê de hatîne vegerandin û jinavbirin kelûpelên kozmatîk, saxlemî, xawrin û vexwarinê bûn.”
Li gorî amarên Deriyê Îbrahîm Xelîl sala par jî nêzîkî 50 hezar ton kelûpelên ji ser Tirkiyê hatibûn hatine vegerandin û jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin