160 hezar koçber ji Lubnanê derbasî Sûriyê bûne: Zêdetirî 17 hezarên wan çûne Rojava Kurdistanê
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku heta niha nêzî 160 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyê bûne.
Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê, heta niha nêzî 160 hezar kes ji Lubnanê reviyayne û derbasî Sûriyê bûne.
Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê jî daye xuyakirin, hejmara koçberên ku ji Lubnanê derbasî herêmên jêr kontrola wan bûne gihîştiye 17 hezar û 558 kesan.
Li gorî daxuyaniye Rêveberiya Xweser, hejmara kesên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullah ji Lubnanê hatine herêmê wiha ye:
Hejmara mêran 6 hezar û 114
Hejmara jinan 5 hezar û 587
Hejmara zarokan 5 hezar û 800
Hejmara Lubnaniyan 46
Hejmara cenazeyan 11

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin