Bi hezaran koçberên Lubnanê gihîstin Iraqê

06 October 2024 15:40 0 dîtin
Bi hezaran koçberên Lubnanê gihîstin Iraqê

PeyamaKurd - Piştî ku Îsraîlê dest bi operasyoneke mezin li başûrê Lubnanê kir, pêleke mezin a koçberîyê ya xelkê Lubnanê dest pê kiriye ku bêhtir berê xwe didin welatên cîran Sûriye û Iraqê.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Mîqdad Mîrî, li ser hatina koçberên Lubnanî bo Iraqê di civîneke rojnamevanî ragihand, wan heta niha pêşwazî li 5 hezar û 693 koçberên Lubnanî kiriye.

Mîrî got ku ew koçber bi rêya balafirxaneyên Bexda û Necefê gihîştine.

Hêjayî gotinê ye, deriyê Sînorî yê Qayimê yek ji wan rêyên gihîştina koçberên Lubnanî bo Iraqê ye. Hate diyarkirin uk Iraqê hêsankarî ji koçberên Lubnanî re kirine û biryar hatiye dayîn, pereyê vîzeyê û rêkarên wergirtina vîzeyê li ser Lubnaniyan bê rakirin.