500 koçberên Kampa Holê bo Iraqê hatin veguhestin

30 January 2025 17:14 0 dîtin
500 koçberên Kampa Holê bo Iraqê hatin veguhestin

PeyamaKurd – Hate ragihadin ku îro 30yê Çileyê di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêvebriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de 90 malbatên iraqî ku 500 kes bûn ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Iraqê ve bi rê ketin.

Hate diyarkirin ku koçberên iraqî li demjimêr 13:00 bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hevpeymaniya Navdewletî ber bi warê Iraqê ve hatin şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 8ê Çileyê jî 196 malbat ku ji 715 kesan pêk dihatin, ji Kampa Holê vegeriyabûnn Iraqê. 25ê Çile jî 148 malbatên din ên iraqî ku ji 578 kesan pêk dihatin, ji Kampa Holê vegeriyabûn Iraqê.