Rojava | 622 kes ji Kampa Holê bo Iraqê hatin vegerandin
PeyamaKurd – Hate ragihandinku 159 malbatên iraqî ku ji 622 kesan pêk dihatin, ji Kampa Holê ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bo Iraqê hatin vegerandin.
Hate zanîn ku di çarçoveya xebatên hikumeta Iraqê ya vegerandina penaberên iraqî yên li Sûriyê de, 159 malbat ji Kampa Holê derketin û vegeriyan warên xwe.
Vegerandina koçberan bi koordîneya navbera Rêveberiya Xweser, komîteya ewlehiyê û komîteya koçberiyê û koçberan a Iraqê hate encamdanku beşa yekemîn a koçberên Iraqê yên ji 622 kesan pêk tê doh ji Kampa Holê derketin û vegeriyan Iraqê.
Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Rojava gelek caran bang li welatên cîhanê dike ku hemwelatiyên xwe yên malbatên DAIŞê vegerînin welatên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin