Rojava | 853 welatiyên Iraqê ji Kampa Holê bo Iraqê hatin vegerandin

18 January 2023 20:52 0 dîtin
Rojava | 853 welatiyên Iraqê ji Kampa Holê bo Iraqê hatin vegerandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin di çarçoveya vegerandina koçberên iraqî yên di kampên Rojavayê Kurdistanê de, 145 malbatên Iraqê ji Kampa Holê hatine derxistin.

Hat diyarkirin ku bi hevkariya rêveberiya Kampa Holê, Komîteya Ewlehiyê û Komîteya Koç û Koçberiyê ya Parlamantoya Iraqê, îro 18ê Çile malbatên iraqî ji Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê derketin.

Dema malbat ji kampê derketin, hêzên ewlekariya Rojava jî ji bo parastinê bi wan re bi rê ketin.

Hat eşkere kirin ku 145 welatiyên iraqê ber bi Iraqê ve bi rê ketine ku ji 853 welatiyên iraqî pêk tên.