Rojava | 704 welatiyên Iraqî ji kampa Holê derketin

09 October 2024 17:03 0 dîtin
Rojava | 704 welatiyên Iraqî ji kampa Holê derketin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 179 malbatên bi DAIŞê re têkildar ên Iraqî ji kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê derketin û ber bi xaka Iraqê ve bi rê ketin.

Komîteya Ewlehî û Komîteya Penaberan a Parlamentoya Iraqê ragihand, îro beşek din ji penaberên Iraqê ku ji 179 malbatan (704 kesan) pêk tên ji kampa Holê ya Hesekê derketine.

Hate diyarkirin ku malbatên iraqî îro 9ê Cotmehê, bi karwaneke wesayîtan tevî parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hevpeymaniya Navdewletî ber bi sînorê Iraqê ve çûne. Piştî ku aliyê Iraqê wan koçberan werbigre, dê wan li nav Iraqê di kampên ji bo wan hatine amadekirin de bicih bike û paşê jî wan tevlî civakê bike.

Hêjayî gotinê ye, ev beşa sêyemîn a Iraqiyan e ku ji kampê derdikevin û diçin Iraqê. Beriya niha di meha Nîsan û Hezîranê de bi giştî 1270 welatiyên iraqî ji kampê derketibûn û piştre li nav Iraqê hatibûn bicihkirin.