150 malbaten iraqî ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 150 malbatên koçberên li Kampa Holê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê diman, bo Iraqê hatine veguhestin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas Cîhangir ragihand ku 150 malbat ji Kompa Holê hatine wergirtin û bo kampa Ceda ya parêzgeha Nînovayê hatine veguhestin.
Cîhangir daye zanîn ku 8 hezar malbatên din ên Iraqî li Kampa Holê mane ku hewl tê dayîn di sala 2023yan yên pêwendiyên wan bi DAIŞê re nînin bo Iraqê bên veguhestin.
Malbatên iraqî yên ji Kampa Holê ya çekdar û malbatên DAIŞê tê de dimînin, dema bo Iraqê têne vegerandin 3 mehan piştevaniya rehabilîtasyonê distînin û piştre jî wan tevlî nav jiyana civakî dikin.
Li Kampa Holê hê jî zêdetirî 50 hezar koçberên ji bajarên Iraq û Sûriyê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin