2 hezar malbatên DAISîyên Iraqî ji Kampa Holê hatin vegerandin

14 March 2024 15:09 0 dîtin
2 hezar malbatên DAISîyên Iraqî ji Kampa Holê hatin vegerandin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 2 hezar malbatên Iraqî ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hatine vegerandin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Alî Ebas da zanîn ku 2 hezar malbatên din ên Iraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin û got: “Heta niha bi 14 karwanan nêzîkî 2 hezar malbatên Iraqî hatine vegerandin, hejmara giştî ya vegerandiyan bûye 8 hezar û wê pêvajoya vegerandinê bidome.”

Ebas da zanîn ku heftaya borî jî 159 malbatên Iraqî ji Kampa Holê vegerandibûn Iraqê.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê kesên ku ji Kampa Holê tên vegerandin li Kampa Cideyê bi cih dike da ku entegreyî civakê bibin.

Li Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, 55 hezar kes li xwe dihewîne û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li vê kampê dimînin ji Sûriye û Iraqê ne, lê belê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene.