Iraq: 3 hezar malbatên DAISê yên Kampa Holê hatin vegerandin

18 June 2024 19:10 0 dîtin
Iraq: 3 hezar malbatên DAISê yên Kampa Holê hatin vegerandin

PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand, ji bîst hezar Iraqiyên koçberên malbatên DAIŞê yên nav kempa Holê, heta niha sê hezar ji wan ji bo Iraqê hatine vegerandin.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro 18ê Hezîranê hejmara Iraqiyan ji keampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hatine vegerandin û hejmara iraqiyên mane eşkere kir.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Kerîm Nûrî got: “Hemû kesên ku li kampa Holê ne yên ku ji ber terorîstên DAIŞê revîyane, piranî jî malbatên ku di şerên Baxoz û Dêrezûrê de reviyane ne”.

Kerîm Nûrî diyar kir, hejmara giştî ya kesên li Kampa Holê dimînin zêdetirî  50 hezar kes in ku ji welatên cuda ne û ji wan 20 hezar kes jî Iraqî ne.

Berpirsê Iraqê da zanîn, hejmara Iraqiyên hatine vegerandin gihîştiye 3 hezar kesan ku kesên têne veguhestin li Cedheyê têne bicihkirin û paşê jî li nav civakê têne vegerandin.

Herwiha diyar kir ku kesên bo nav civakê têne vegerandin ti binpêkirinên wan ên ewlehiyê nehatine tomarkirin in.