Sanda Parlamena Iraqê ji bo vegerandina 800 malbatên DAISê serdana Kampa Holê kir

09 March 2022 17:26 0 dîtin
Sanda Parlamena Iraqê ji bo vegerandina 800 malbatên DAISê serdana Kampa Holê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Parlamentoya Iraqê ji bo vegerandina 800 malbatên çekdarên DAIŞê, serdana Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dike.

Şefeq Newsê îro Çarşemê belav kiriye ku şandeke ji lijneyên asayîş û koç û koçberan a Parlamentoya Iraqê gihîştiye kampa Holê ya li Hesekê.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî derbarê serdanê de gotiye, şandê navê 800 malbatên çekdarên DAIŞê tomar kiriye û dê wan vegerîne Iraqê û li kampa Ceda ya li Mûsilê bi cih bike.

Şêrwan Duberdanî daye zanîn: “Piştî temambûna rêkarên vegeradinê, ew 800 malbat li ser daxwaza wan, li ser çend daneyan dê ji bo Iraqê bên vegerandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala borî jî hikûmeta Îraqê bi dehan malbatên Îraqî yên ku zarokên wan endamên DAIŞê ne, ji kampa Holê vegerandibûn kampa Ceda li Nînewayê ku ev jî rastî nerazîbûna xelkê deverê hatibû.