Sanda Kurdistanê bi Desteya Serokatiya Parlamena Iraqê re civiya

27 January 2021 16:14 0 dîtin
Sanda Kurdistanê bi Desteya Serokatiya Parlamena Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku niha li serdana Bexdayê ye, li Parlamentoya Iraqê bi Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê re civiya.

Hat ragihandin ku civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, ligel Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê dest pê kiriye ku tê de para Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de gotûbêj dikin.

Şevê din jî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re civiyabû.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên para Herêma Kurdistanê ya budceya giştî ya Iraqê ya 2021ê ji 24ê Çile ve li Bexdayê hevdîtin û civînên xwe didomîne.