Sanda ji Bakur serdana Parlamena Kurdistanê kir: ‘Dagirker PKKê bikar tînin’
PeyamaKurd – Şandeke ji bakurê Kurdistanê bi sedema bal kişandina û bertek nîşandana êrîş û destwerdanên PKKê li ser Herêma Kurdistanê, serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.
Serokê şandê nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu li ser êrîşên dawî yên PKKê li Herêma Kurdistanê got, PKK ne tenê li ser Herêma Kurdistanê lê li ser Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî tehdîd e.
Îbrahîm Guçlu ji rojnamevanan re ragihand, PKK ji destpêka avabûna xwe heta niha dijberiya Başûrê Kurdistanê dike û got, PKK ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê lê li ser Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî tehdîd e.
Guçlu da xuyakirin, PKK bi destê dewleta Tirkiyê hatiye damezrandin û diyar kir, dema Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê dîtin nikarin yekser Herêma Kurdistanê tune bikin, PKK bo vê yekê bikar anîn.
Îbrahîm Guçlu dibêje, hebûna PKKê li Mexmûr, Şingal, Qendîl û gundên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, dagîrkerî ye û divê ji wan deran bê derxistin. Ji ber ku bûye sebeba şehîd bûna 3 hezar û 500 pêşmerge û kesên sivîl.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin