Sanda Odeya Bazirganî ya Urfayê serdana Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Urfayê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo xurtkirin û geşkirina pêwendiyên aborî serdana Herêma Kurdistanê kir.
Karsazên endamê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Urfayê ku Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Dogan Yetîm serokatiya wê dike îro gihiştin parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê û li vê derê bi berpirsên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Duhokê re hevdîtin pêk anîn.
Şandeya Urfayê wê di 22yê Avrêlê de derbazî paytext Hewlêrê bibe û di 23yê Avrêlê de wê bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê û nûnerên Wezareta Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne û serdana xwe bi dawî bike.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Urfayê Dogan Yetîm di daxuyaniya çapemeniyê ya di derbarê serdanê de ragihand ku ew ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî hatine Herêma Kurdistanê.
Yetîm da zanîn ku Kurdistan wekî mala wan e, Urfa ji bo geştyariyê cihekî gring e û ji aliyê çandiniyê ve jî bajarekî sereke ye.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Urfayê Dogan Yetîm got: “Riha ji bo geştyariyê bajarekî gring e û dîroka wê vedigere 12 hezar sal berî niha ku ti derekî ji wê kevntir tune ye. Şûna meqama Hz. Îbrahîm, zanîngeha yekem a cîhanê Zanîngeha Heranê ye.
Herwiha geliyê Tekoranê, Xelfetiya ku di bin avê de maye ev cihên me yên geştyariyê ne. Wekî din Urfa di çandiniyê de jî cihekî pir dewlemend e. Em bazirganiyê bi cîhanê re dikin lê herî zêde em bi Kurdistanê re dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin