Sanda bazirganî ya 16 kompaniyên Hindistanê serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd – Jûra Bazirganî ya Hewlêrê ragihand ku şandeke bazirganî ya Hindistanê ya ji 16 kompaniyên sektorên cuda pêk tê wê di dawiya vê mehê de serdana Hewlêrê bikin.
Li gorî daxuyaniyê konsolê giştî yê Hindîstanê li Hewlêrê Subhash C. Kain eşkere kiriye, di dawiya vê mehê de şandeke bazirganî ya welatê wî Hindîstanê ku ji 16 şîrketên ji sektorên cuda pêk tê, wê ligel balyozê Hindîstanê yê Iraqê serdana Hewlêrê bikin.
Hat diyarkirin ku wê di serdana wan kompaniyan de hevdîtin û civîn li gel bazirganan û veberhênerên Herêma Kurdistanê bêne kirin û armanca serdanê jî bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û aborî yên Hindîstanê bi Herêma Kurdistanê re ye.
Hat gotin ku mebesta bi vê serdanê bihevnasandina zêdetir a bazirganên herêma Kurdistanê ye bi berhemên Hindistanê ye.
Herwiha Jûra Bazirganiya Hewlêrê jî amadebûna xwe nîşan daye ji bo civîneke di navbera bazirganên Herêma Kurdistanê û Hindîstanê de û çi alîkariyek pêwîst be bo şanda bazirganên Hindistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin