Mesrûr Barzanî û sanda Hindistanê pêsvebirina pêwendiyên bazirganî û teknolojîyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Berdevkê Wezareta Derve ya Hindistanê û şanda pê re kir.
Di civînê de, şanda Hindistanê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên bazirganî û tenduristî û teknolojiya zanyarî û karkirina sîstema bankî de nîşan da.
Balyozê Hindistanê yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê di civînê de amadehî kirin û Berdevkê Wezareta Derve ya Hindistanê kurteyek derbarê armanca serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Şanda Hindistanê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên bazirganî û tendirustî û teknolojiya zanyarî û karkirina sîstema bankî de nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî ronahî xiste ser karnameya hikûmetê ya di warê hemecûrkirina çavkaniyên dahat û avakirina jêrxaneke bihêz a aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirin û berfirehkirina pêwendiyên ligel Hindistanê dubare anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin