Mesrûr Barzanî spasiya Sanda Kurdistanê ya Bexdayê kir û hêviya xwe anî ziman

04 February 2025 16:58 0 dîtin
Mesrûr Barzanî spasiya Sanda Kurdistanê ya Bexdayê kir û hêviya xwe anî ziman

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Sibatê bi Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de şanda Kurdistanê behsa encamên gotûbêj û civînên xwe yên li Bexdayê yên derbarê sererastkirina yasaya bûdçeya federalî û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya endamên şandeyê û hemû tîmên teknîkî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku karên xwe bi awayekî profesyonel û dilsozane bicih anîne.

Mesrûr Barzanî, herwiha hêvî xwest ku dengdana li ser sererastkirina yasaya bûdçeya federalî, bibe sedema çareserkirina kêşeyên din ên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.