Mesrûr Barzanî bi sanda Îranê ya parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê pêşwazî li şandeke Komara Îslamî ya Îranê ya bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Motemidyan kir.
Piştî civînê hate ragihandin, “Di civîna ku Parêzgerê Kurdistanê Ismaîl Zarihî Kuşa, Parêzgerê Kirmanşanê Mihemed Teyîb Sehrayî û hejmareke din a berpirsên Îranê jî tê de amade bûn, danûstandin li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û alîkarî û hevahengiyê di warên lihevguhertina bazirganî û hêsankariyên ji bo geştiyaran di navbera her du aliyan de, hatin kirin, xasma alîkariyên pêşwaziya serdanvanên Îranî ji bo cihên wan ên pîroz li başûrê Iraqê.”
Herwiha di civînê de, her du alî li ser pêdivîya zexmkirin û pêşxistina pêwendiyan li ser bingeha berjewendiyên hevpar hevnerîn bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin