Sanda DEM Partiyê pistî MHPê serdana AK Partiyê kir: Hevdîtineke dostane bû
PeyamaKurd - Şanda DEM Partiyê îro 17ê Adarê piştî hevdîtina ligel şanda MHPê li parlamentoya Tirkiyeyê, seredana xwe ya duyemîn bo AK Partiyê kir.
Di civînê de ji DEM Partiyê hevserokên partiyê Tülay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan, parlamenterên Gulistan Kiliç Koçyigit û Sirri Sureyya Onder beşdarî hevdîtinê bûn, ji AK Partiyê jî jî Abdullah Guler, Efkan Ala, Omer Çelik û Ozlem Zengin amade bûn.
Piştî hevdîtina ku nêzîkî 2 saetan ajot, Guler got: "Me mêvanên xwe pêşwazî kirin. Me sohbeteke dostane kir. Me nirxandinên xwe li ser bûyerên dawî parve kirin."
Bakırhan jî diyar kir: "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Lê îro em bi nûçeya êrîşa Kobanê ya ku 9 kes, 7 ji wan zarok, mirin hişyar bûn. Divê kesên berpirsiyar bên darizandin. Divê hikûmet berpirsiyariyê bigire. Êdî ne dema xapandinê ye; dema gavên bilez e."
Hatimogullari jî ji bo Newrozê daxwaza nameya Ocalan kir û got: "Me daxwaza nameyê ji Ocalan ji bo Newrozê kir. Divê kongre were sazkirin da ku PKK çekên xwe deyne. Divê kanalên ragihandinê ji Ocalan re werin vekirin."
Hatimogulları herwiha got ku bernameya serdana Îmraliyê dê di nav çend rojan de zelal bibe û hevdîtina bi Erdogan re jî dê piştî Cejna Remezanê pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin