Nêçîrvan Barzanî serdana sanda CHPê wek siyaseta nû ya wê partiyê bi nav kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, şanda mêvan behsa armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî li wê kir ku çareserkirina pirsgirêk û aloziyên navçeyê, bi diyalog û hevtêgihîştina di navbera gelan û pêkhateyan de dibe, ji bo vê armancê jî partiya wî dest bi cibicîkirina rewangeheke dûrûdirêj li ser vê bingehê kiriye û hêvî xwest pêwendiyên baş û li ser bingeha berjewendiya gelên navçeyê bi Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê re ava bike û bi hev re kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan, aramî û ewlehiya navçeyê bikin. Her di vê derbarê de, amaje bi girîngiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de, tekezî li girîngiya diyalog, hevtêgihîştin, bîr û baweriyên hevbeş û dîtina çareyên pirsgirêk û aloziyên navçeyê li ser bingeha hevqebûlkirin û nehîştina înkarkirinê kir û ev serdan jî wek siyaseteke nû ya CHPê bi nav kir.
Herwiha spasiya Tirkiyê kir ku her dem di tengiyan de alîkariya xelkê Kurdistanê kiriye û amaje bi hevkariya Tirkiyê di dema operasyonên Enfala 1988an de kir ku deriyên xwe bi rûyê xelkê Kurdistanê de vekir û alîkarî dan.
Derbarê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê de jî Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku ew her dem wek faktorê aramî û ewlehiyê dimînin.
Rewşa giştî, hilbijartinên dahatî yên Iraqê, metirsiyên DAIŞê û pêşbînîyên ji bo dahatûya navçeyê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Şanda CHPê ku yekem car e serdana Hewlêrê dike, doh 5ê Îlonê jî li Herêma Kurdistanê, bi Serok Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Polîtburoya PDKê û hejmarek berpirsên din ên Kurdistanê re civiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin