Nêçîrvan Barzanî: Serdana sanda leskerî peyameke bihêz a pistevanî û hevkariyê ye
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 19ê Hezîranê roja Yekşemê pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî û ewlehiyê ya Iraqê bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê General Abdulemîr Reşîd Yarula kir.
Hat ragihandin ku şanda Iraqê, pîrozbahî li Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wan guhertinên li vê dawiyê kirin û hêviya serkeftinê ji bo wan fermandar û piledaran xwest yên ku di postên xwe yên nû de dest bi kar û erkê xwe kirine.
Şanda İraqê destnîşan kir ku serdana wan beşeke ji bernameya hevkarî û hevahengiya artêşa Iraqê digel hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê û ji bona zêdetir pêşvebirina têkiliyan û hevkarî û hevahengiya navbera Wezareta Bergiriya Iraqê digel Wezreta Pêşemrege û aliyên din yên peywendîdar li Herêma Kurdistanê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, got ku serdana vê şandeya leşkerî û emnî ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê peyameke bi hêz ya piştevanî û hevkariyê ye û hêvî xwest ku bi çavê hevbeş û weke beşek ji sîstema bergiriya Iraqê li Pêşmerge bê nêrîn ku ji bo heman armancê kar dikin ku, ew jî parastina welat, aramî û seqamgîriyê ye.
Herwiha gef û tevgerên DAIŞê, bi taybetî li wan deveran ku erdnîgariyek asê heye û deverên ser tixûb digel Sûriyê mijareke din ya hevdîtinê bû ku tê de her du aliyan bal kişand ser girîngiya alîkarî û hevahengiya navbera Artêşa Iraqê û Pêşmergeyê Kurdistanê û herwiha mifawergirtin ji piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bona nehiştina DAIŞê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin