Nêçîrvan Barzanî û sanda leskerî ya Amerîkî metirsiyên ewlehiyê gotûbêj kirin

01 March 2022 18:59 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û sanda leskerî ya Amerîkî metirsiyên ewlehiyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Adarê pêşwazî li Berpirsê Bilind ê Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkî li Iraqê General Kiss Philips kir.‏

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de pêşhatên emnî yên dawî yên li Iraq û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê hate nirxandin û tekezî li ser girîngiya alîkarî û ‏hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê hat kirin, bi taybetî jî li wan navçeyên ku valahiya emnî tê de heye.‏

Di civînê de behsa hengavên dawî yên proseya ‏çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge hat kirin û her du alî hevra bûn li ser girîngiya ‏yekxistina Pêşmerge û berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji ji bo proseyê û ji bo ‏pêşkêşkirina meşq û rahênanê bi Pêşmerge bi pêwîst zanîn.

Şanda Amerîkî herwiha spasiya rola Nêçîrvan Barzanî ya di proseya çaksazî û ‏yekxistina Pêşmerge de kir.‏

Şanda Amerîkî destnîşan kir ku rûbirûbûn û têkşikandina DAIŞê ya ji bo Amerîka karê pêşîne ye û wê hevkariya wan a ji bo karkirina li gel ‏hevbeşên li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê berdewam bike û ‏xweşhaliya xwe jî ji bo hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê derbirî.‏

Di beşeke din a civînê de, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, metirsî û gefên DAIŞê li Sûriye û rewşa Kampa Holê, pêşhatên dawî yên rewşa şer li Ukranya û ‏çend pirsên din ê girîng û hevbeş hatin axaftin.